Li Çinarê di navbera malbatên neyar de pevçûn: 1 jê giran 13 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Çinara Dîyarbekir, di navbera du malbatên neyar de bi kevir, dar û kêran pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de 1 jê giran tev de 13 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin hat îddîakirin ku li gundê Beşpinara Çinarê di seatên êvarê de di navbera du malbatên ku neyar ên ku navên wan nehatine hînbûn de bi gotinan gelemşe derket. Bi tevî beşdarbûna eqrebeyên dinê jî gelemşe mezin bû û bi daran, keviran û kêran li hev xistin. Di navbera pevçûnê de ji herdû alîyan jî temamî yek jê giran tev de 13 kes birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê meleseyê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Hat dîyarkirin kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li Dîyarbekirê.

Polês jî li ber wan nexweşxaneyan ji bo ewlehîyê tedbîran girt.

Ji bona kesên şikdar bên qefaltin jî xebat hat destpêkirin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.