Li Dîyarbekirê du otomobîl li hev qelibîn: 12 birîndar

Li Dîyarbekirê du otomobîl li hev qelibîn: 12 birîndar

Di encama qezaya ku li Dîyarbekirê pêk hat de 4 jê giran 12 kes birîndar bûn.

Qeza, li çarrêya Yenîhalê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatin wergirtin du otomobîlên ku navê şifêrên wan hê nedîyar e ji sebebeke nayê zanîn li hev qelibîn.

Di encama tesîra qelibînê de otomobîlek qulipî. Li ser xeberdayîne ekîbên tendirustîyê, jendirme û polîsan hatin cihê bûyerê.

Hat hînbûn di qezayê de 4 jê giran 12 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan hatin birin Nexweşxaneyên derdorê û di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.