Li Dîyarbekirê kesên ku di berfê de asê man hatin xelaskirin

Li Dîyarbekirê kesên ku di berfê de asê man hatin xelaskirin

Li navçeya Farqîna Dîyarbekirê erebe û welatîyên ku ji ber berfa ku zêde barîya di rê de asê man ji teref ekîban ve hatin xelaskirin.

Li gundê Boşatê yê Farqîna Dîyarbekirê mirovên ku ji bona şerbetê çûbûn gund, dema ku vegerin Farqînê di rê de asê man.

Mirovên ku di rêya gund de asê man xeberê ji ekîbên 112yê re şîyandin.

Li ser xeberdayînê ji gund re ekîbên Şaredarîya Bajara Mezin a Dîyarbekirê hatin şîyandin.

Mirovên ku di rê de asê man di rêya ku ekîban bi xebatê vekirine de derketin û xelas bûn.

Ekîban, ji bona ku dîsa neyê girtin xebatên xwe didomînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.