Li Diyarbekirê kesên ku rûyên xwe nixûmandibûn kamyona çopê şewitandin

Li Diyarbekirê kesên ku rûyên xwe nixûmandibûn kamyona çopê şewitandin

Hat ragihandin li Diyarbekirê ji teref kesên ku rûyên wan nixûmandibû ve kamyona çopê hat şewitandin.

Bûyer di wextên şeveqê de li Taxa Kaynartepeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyona çopê ya ku aîdî şaredarîyê ye ji teref 2 kesên ku rûyên wan nixûmandîbû ve hat sekinandin û piştî ku karker ji kamyonê peya bûn re kamyonê şewitandin.

Kesên rûyên wan nixûmandî piştî ku çend gule teqandin re ji cihê bûyerê dûr ketin. Piştî ku xeber hat dayîn re ekîbên îtfaîye û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Ji bo kesên êrîşkar bên girtin xebat hat destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.