Li Dîyarbekirê otobusa ku polês û bekçî tê de bûn qulibî: 11 birîndar

Li Dîyarbekirê otobusa ku polês û bekçî tê de bûn qulibî: 11 birîndar

Li navçeya Farqîna Diyarbekirê di encama qulibîna otobusa ku polês û bekçî tê de bûn 11 kes birîndar bûn.

Qeza, di wextê muxirb de li navçeya Farqînê li mewqîya Dar Kopruyê pêk hat.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 21 BC 928 a ku polês û bekçîyên taxê yên ji sersaxiyê vedigeriyan tê de bûn, ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir li ser rê qulibî.
Li ser îxbara kesên qeza dîtin gelek ekîbên tenduristiyê û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Bi arîkarîyên derdorê birîndarên di otobusê de ji cîhê ku têde asê mabûn hatin derxistin û teslîmî ekîbên tendûristîyê hatin kirin.
Hat hînbûn ku 11 kesên di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û hatin dermankirin.
Derheqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.