Li Diyarbekirê qeza: 2 kes canê xwe ji dest dan

Li Diyarbekirê qeza: 2 kes canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin di encama qezaya ku li Diyarbekirê pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan.

Qeza doh derdora seat 13.30î de li ser rêbeja Diyarbekir-Rihayê li nêzî Nexweşxaneya Welidînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 16 AIG 669 ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir bû sebeb ku 5 wesayît qeza bikin.

Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.