Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 1 mirî, 4 birîndar

Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 1 mirî, 4 birîndar

Di qezaya ku li ser Rêbeja Diyarbekir-Farqînê pêk hat de di encama qezaya ku ajokar ji dîreksiyonê kontrola xwe winda kir de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza li gundê Mirêliya ya li ser rêya Diyarbekir-Farqînê pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Mînîbusa bi plaqeya 16 SRF 68 ji ber ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, ket xendekê.

Di qezayê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Piştî ku derdor hatin agahdarkirin ekîbên cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.