Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 2 jê giran 3 birîndar

Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 2 jê giran 3 birîndar

Di qezaya ku li navenda Kayapinara Diyarbekirê pêk hat de 2 jê giran 3 kes birîndar bûn.

Qeza bi şev di derdora seat 22.00an de li kolana Mastfroş a navçeya navend a Kayapinara Diyarbekirê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin şofêrê wesayîta bi plaqeya 34 DE 5945 ku hêj navê wî nehat hînbûn, kontrola dîreksiyonê winda kir û pêşî li refujê û paşê jî li stûna ronahiyê xist.

Di qezayê de 2 jê giran 3 kesên ku heta niha navê wan nehat hînbûn birîndar bûn.

Li ser îxbara kesên derdorê, ekîbên tenduristiyê yên lezgîn 112 û ekîbên polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar piştî mudaxeleya ewil a li cihê bûyerê bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Polîs derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler