Li Diyarbekir'ê  qulbûna tankera zîftê qeraxa rê reş kir

Li Diyarbekir'ê qulbûna tankera zîftê qeraxa rê reş kir

Li Diyarbekir'ê di encama qulipîna tankera zîftê de tanka zîftê qul bû û zîfta ku pê asfalt dihat çêkirin giştik rijîya qeraxa rê.

Qeza li ser rêya Diyarbekir-Çinar'ê di se'et 11.30'an de pêk hat.

Li gor agahiyên ku hat bidestxistin, tankera ku bi plakaya 73 SR 867 bû dema ji Çinar'ê diçû Diyarbekir'ê ji ber ku ajoker kontrola direksîyonê winda kir qulipî.

Di encama qulipînê de tanka tankerê qul bû û tê de çiziran çê bû.

Zîfta ku ji tankerê çizirîbû qeraxa rê reş kir.

Ji bo ku zîft negihîje cihê çandinîyê xebat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler