Li Dîyarbekirê Şeva Qedrê bi duayan hat îdreqkirin

Li Dîyarbekirê Şeva Qedrê bi duayan hat îdreqkirin

Bi minasebeta Şeva Qedrê ku di nav meha Remezana ku siltanê yazde mehan e de ye û ji hezar mehan xêrtir e bi bernameyê hat îdreqkirin.

Bi minasebeta şeva hatina Qurana Pîroz li giştîyê Tirkîyê di camîyan de bername hatin lidarxistin, ji wan yek jî Camîya Selaheddîn Eyyûbî ya Dîyarbekirê bû.

Piştî nimêja Eşa û terawîhê di Camîyê de bernameya Şeva Qedrê hat tertîpkirin û bername bi Qurana Pîroz dest pê kir.

Ji teref mele û xatîbên Camîyê ve mewlûd û qesîde hatin xwendin, dûre jî Miftîyê Bajarê Dîyarbekirê Celal Buyuk derheqê ehemmîyeta şevê de axavtinek kir.

Buyuk îfade kir ku Şeva Qedrê şeva ku Quran hatîye şandin e, ev şev şevekî ku bi Quranê bişeref bûye ye, ev şev şeva ku Melaîket hatine asîman û ji bo rehmet û mexfîreta Xwedê ji Xwedê re duayê dikin e, “Qurana Pîroz; Heta ku roj ava bibe li ser rûyê erdê xweşikahîyekî, bereketekê û sihetê nîşan dide. Melakîet ji bona ku ji bereket û xêra vê şevê îstîfade bikin têne ser asîman. Di heman demê de ji wan ebdên ku şeva xwe bi îbadet û taetê derbas dikin re bibin şahid.”

Buyuk destnîşan kir ew ê ku vê şevê bimene dike şandina Quranê ye, “Emê îşev minasebeta dilê xwe ya bi Quranê re li ber çavên xwe derbas bikin. Gelo em çiqas emrên Quranê bi cîh tînin û çi qas xwe ji nehyên wî dûr dixin? Em çiqas helalên wî wek helal dizanin û li gorî emel dikin? Gelo em çi qas heramîyên wî wek heram dizanin û li gorî wî emel dikin? Em çi qas di vê çarçoveyê de emel dikin û jîyana xwe derbas dikin? Em ê hem Quranê bixweyînin û em ê hem jî wê fêhm bikin û li gorî wê emel bikin. Ev şev ji bona vêya destpêke kî ye. Çîmkî Quran di vê mehê de hatîye şandin.”

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.