Li Dîyarbekirê zaroka ku ji bona hênik bibe ket nav bendavê fetisî

Li Dîyarbekirê zaroka ku ji bona hênik bibe ket nav bendavê fetisî

Zarokeka 14 salî ya ku li navçeya Gêla Dîyarbekir ji bona ku hênik bibe ketibû nav bendavê canê xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku Mîzgîn Kaçmaza ku bi tevî malbata xwe çûbû seyranê, ji bona ku hênik bibe ket nav bendavê. Malbata Kaçmaza ku di demeke kurt de dîtin ku Mîzgîn ji ber çavan winda bûye li gorî qewetên xwe dest bi lêgerînê kirin.

Kaçmaza ku ji teref welatîyên derdorê ve hat xelaskirin, hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Gêlê.

Mîzgîn Kaçmaz, li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Cenazeya Kaçmaz, ji bona ku otopsî bê kirin hat birin sazîya tib a ‘edlî. Cenazeya Kaçmaza ku piştî otopsîyê ji malbata wê re hat dayîn, li Dîyarbekir hat definkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.