Li Diyarbekirê zêdetirî 20 sal in li benda veguherîna bajarî ne

Li Diyarbekirê zêdetirî 20 sal in li benda veguherîna bajarî ne

Welatiyên ku li Taxa Kaynartepeyê ya li navçeya Rezan (Bağlar) a Diyarbakırê dijîn, dixwazin projeya veguherîna bajarî (kentsel dönüşüm) ku bi salan e di rojevê de ye lê bi tu awayî nehatiye jiyanê, bê temamkirin.

Li Taxa Kaynartepeyê ya ku li navçeya navendî ya Bağlara Diyarbekirê ye, bendewariya veguherîna bajarî berdewam dike. Welatiyên ku diyar kirin di taxa ku bi salan e tê gotin di çarçoveya veguherîna bajarî de ye de tu pêşveçûn çênebûye, destnîşan kirin ku avahiyên kevn di erdhejên mimkun de rîskê çêdikin, kolanên teng jî derbasbûna wesayîtên rewşa lezgîn dijwar dikin.

Niştecihên taxê yên ku diyar kirin xebatên veguherîna bajarî yên ku li Taxa Kaynartepeyê bi salan e di rojevê de ne hîn nehatine temamkirin, daxwaz kirin ku veguherîna bajarî kêliyek beriya kêliyekê bikeve jiyanê, ger ev ne gengaz be jî hewcedariyên bingehîn ên wekî gaza xwezayî werin peydakirin.

“Di hejandina herî piçûk de em direvin qada parkê”

Mehmet Ali Kızıldağ ê ku diyar kir nêzîkî 15 salan e li Taxa Kaynartepeyê dijî, got ku li taxa ku ji sala 2018an vir ve di çarçoveya veguherîna bajarî de ye xebat bi tu awayî nayên temamkirin.

Mehmet Ali Kızıldağ

Kızıldağ ê ku diyar kir hin avahî hatine valakirin û bûne wêraneyî (metrûk), wiha got:

"Nêzîkî 15 salan e ez li Taxa Kaynartepeyê rûdinêm. Ji sala 2018an vir ve tax ket xebata veguherîna bajarî lê bi tu awayî jê daxil nebû. Topê carekê davêjin şaredariyê, carekê jî davêjin rêveberiya hawîrdor û bajarvaniyê."

"Hin kesan derî û pencereyên mala xwe hildane, hin kesan jî ji bo avahiya xwe ya ku bûye wêraneyî pulê xwe girtiye. Ger veguherîna bajarî çêbibe dê pir baş bibe. Zarokên me dê rehet bikin, kolan dê fireh bibin, qadên parkê dê çêbibin. Yanî gel dê bêhna xwe bide. Avahî ber bi hilweşînê ve diçin. Di hejandina herî piçûk de em direvin qada parkê. Wekî niştecîhên taxê em dixwazin ku veguherîna bajarî bê kirin."

Şaban Toy

"Mala hemû vala bûne"

Ji niştecîhên taxê Şaban Toy diyar kir ku tevî ku veguherîna bajarî berdewam tê rojevê jî tu xebat nayê kirin.

Toy ê ku diyar kir beşa mezin a malên li taxê hatine valakirin wiha got: "Berdewam dibêjin em veguherîna bajarî dikin lê bi tu awayî nayê kirin. Mala hemû jixwe vala bûne. Ger veguherîna bajarî çêbibe caddê fireh dibin, dar tên çandin, mirov oksîjenê digirin. Di rewşa heyî de li vir ne oksîjen ne jî tiştekî din em dikarin bigirin. Yapî/avahî tu yek ne saxlem in. Ger veguherîna bajarî çêbibûya dê baş biba."

"Ger veguherîna bajarî çênabe bi kêmanî gaza xwezayî bidin"

Ji niştecîhên taxê Recep Çalışkan diyar kir ku li Kaynartepeyê bajarvaniya xwar u xêç (çarpık kentleşme) dibe sedema pirsgirêkên girîng û destnîşan kir ku ji ber kolanên teng, wesayîtên destwerdana lezgîn ên wekî agahkoş û ambulansê di derbasbûnê de dijwariye dikişînin.

Çalışkan ê ku diyar kir hin malbat di navbera 11 hezar û 15 hezar lîreyî de faturaya elektrîkê didin, got: "Wekî tê zanîn li vir bajarvaniya xwar u xêç heye. Kolan teng in, wesayîtên wekî agahkoş û ambulansê nikarin der

Recep Çalışkan

Çalışkan ê ku diyar kir li hin herêmên rojavayê xebatên veguherîna bajarî tên kirin, xwest ku li Diyarbakırê jî xebatên dişibin wan werin pêkanîn.

Çalışkan wiha axivî: "Li rojavayê cûreyên van cihan hilweşandin û xistin nav veguherîna bajarî. Bila li Diyarbakırê jî çêbibe; Kaynartepe, Muradiye, Fatih, Körhat, 5 Nisan, piçekî din avahiya nû be jî Şeyh Şamil… ev dîmena bajar jî xira dikin. Dema ku çêdikin jî bila li gorî avahiya kevn neçin. Qadên kesk çêbikin, bila qadên lîstikê yên zarokan hebin. Dema ku vê avahiyê hilweşînin û di cih de veguherînê bikin dê dîsa kolan teng bibin. Ji sala 2009an vir ve bi navê tevdê di çarçoveya veguherîna bajarî de ye lê bi tu awayî nexistin faaliyetê. Herî dawî veguherîna bajarî dan destpêkirin, piştî erdhejê dîsa rawestandin. An bila veguherîna bajarî bikin an jî ger gel fikir dikin bila gaza xwezayî bidin. Wekî encam ev der dilê bajar e. Ger li vir çêbikin dê navçeya 75an jî derbas bike."

Faruk Taş

"Zêdetirî 20 sal e ku axaftina veguherîna bajarî tê kirin"

Faruk Taş ê ku diyar kir nêzîkî 45 salan e li Taxa Kaynartepeyê dijî, got ku veguherîna bajarî zêdetirî 20 sal e ku di rojevê de ye lê tu pêşveçûneke diyarkirî nehatiye tomarkirin.

Taş ê ku bal kişand ser erdhejên bi navendiya Mereşê wiha got: "Ez 45 sal e di vê taxê de me. Neredeyse ji kevintirînên taxê me. Zêdetirî 20 sal e sohbeta veguherîna bajarî heye. Bi navê tevdê wê ji taxên Fatih-Muradiyeyê dest pê bikirin û bi vê aliyê ve bihata lê kesî tiştek nekiriye. Walîtî li aliyê paşve çend avahiyên hilweşiyayî bi temamî hilweşandin û got me veguherîna bajarî kir, piştî wê tiştek nehat kirin. Di avahiyan de meşexta (xetereya) hilweşînê heye. Avahiya ku ez lê rûdinêm di sala 1980yî de hatiye çêkirin. Avahiyên aliyê hundir neredeyse yapîyên 50-60 salî ne. Ger navenda erdheja Kahramanmaraşê van aliyan ba, van deran dê bi erdê re biba yek. Ez bi xwe jî teknîkerê înşaatê me. Pêwîst e ev der bikeve nav veguherîna bajarî."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.