Li Edenê Bernama Şeva Şehadetê Hat Lidarxistin
Cem’iyeta Mustez’efan Şaxa Edenê Bernameya Bibîranîn û Fêm Kirina Şehîdên Îslamê lidarxist.
Cem’iyeta Mustez’efan Şaxa Edenê Bernameya Bibîranîn û Fêm Kirina Şehîdên Îslamê lidarxist.
Bername bi tîlaweta Quranê destpê kir û bi sînewizyoneke ku jiyana şehîdan dibêje dewam kir. Di sînewîzyonê de li ser şehîdên vê ‘esra dawî hat sekinandin û behsa şehadeta Şêx Se’îd, Hesen El Benna, Mutahharî, ‘Ebbas Musawî, Cewher Dudayev, Şêx ‘Ehmed Yasîn, Metîn Yuksel, Mela Zekî, Îbrahîm Xoce û ‘Ubeydullah Durna hat kirin.
Pey re bername bi îlahî û klamên dengbêjan dewam kir.
Nivîskarê Qezeteya Doğruhaberê Mehmet Goktaş di derbarê ehemmiyeta şehadet û şehîdan de xeberdanek kir.
Pey re bername bi xwendina du’ayê bi dawî bû. Bernameya ku sê se’et dewam kir gelek ‘eleqeyeke mezin dî. Pey bernameyê ji bo kampanya “Ji bo Azadiyê 10 Milyon Îmze” stant hatin vekirin û kesên beşdarê bernameyê bûn gelek ‘eleqe nîşanê vê kampanyayê jî dan.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.