Li Edenê bernameya “Şeva Şehadetê” hat lidarxistin

Li Edenê bernameya “Şeva Şehadetê” hat lidarxistin

Ji teref Şaxa Edenê ya Cemiyeta Mustazafan ve bernameya bi navê “Bibîranîn û Fêmkirina Şehîdên Îslamê” hat lidarxistin.

Ji teref Şaxa Edenê ya Cemiyeta Mustazafan ve bernameya bi navê “Bibîranîn û Fêmkirina Şehîdên Îslamê” hat lidarxistin.  Di bernameyê de qala giringiya meqama şehîdan hat kirin.

Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk wek gotarvan beşdarê bernamê bû. Çelîk diyar kir pêwîst e ku her Misliman daxwaziya meqama şehadetê bike.

Çelîk diyar kir ku ew wek platform di her meha sibatê de bernameyên di derbarê şehîdan de lidar dixin. Dûvre Çelîk wiha destnîşan kir: “Wek Platforma Kerwana Şehîdan armanca me ew e ku şehîd werin bibîranîn, werin fêmkirin û xwedî li doza şehîdan were derketin.”

Çelîk diyar diyar kir ku di Sureya Nîsa de şehîd bi Pêxember û sadiqan re tên zikirkirin. Dûvre Çelîk wiha destnîşan kir: “Ev ayeta pîroz dide nîşanê me ku mertebeya herî xweş mertebeya pêxemberî, sidiqî û şehadet e.” Dûvre Çelîk diyar kir ku şehîd namirin û li cem Xweda tên riziqkirin.

“Fitrata kufr û şîrkê ji dewra Hz Adem heta îro wiha ye”

Çelîk di axavtina xwe de qala Şehîd Hasan El Benna kir û diyar kir ku saziya Birayên Misliman li dijî îşqala Îngîlîz û hevkarên wan tekoşîn kiriye. Dûvre Çelîk wiha pê de çû: “Hasan El Benna qala dînê heq ji însanan re dike û hewl dide ku lîstika Îngîlîzan xera bike. Bi xwe mamoste ye lê bi şewqekî wisa dixebite ku di demekî kurt de Hareketa Îxvanê belavê her derê Misrê dike. Xebata Ustad Hasan El Benna xewa Îngîlîz û Qral Faruq direvîne. Ew jî wek çare diyar dikin dê Hasan El Benna şehîd bikin. Fitrata kufr û şîrkê ji dewra Hz Adem heta îro wiha ye. Berê tinaz bi yekî dikin. Dûvre tehdît dikin û heke tehdît pere neke zextê didinê da ku koç bikin û herî dawî jî şehîd dikin. Zen dikin ku dê doza wê ji holê rakin.”

Her wiha Çelîk di dawiya axavtina xwe de diyar kir hesaba kafir û zaliman a di derbarê vê yekê de pêk nehatiye û wan bi tu şiklê zirar nedane Doza Îslamê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.