Li Edenê otobus û mînîbûs li hev qelibîn: 2 mirî 10 birîndar

Li Edenê otobus û mînîbûs li hev qelibîn: 2 mirî 10 birîndar

Di encama qezay ku li navçeya Yuregîra Edenê pêk hat de 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn.

Qeza di wextên êvarî de li ser rêya Yumartalik a Taxa Kutukluyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa ku navê ajokarê wê nehat hînbûn li otobusa şaredarîyê qelibî. Di encama qezayê de 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.