Li Edenê Pevçûn: 5 Kuştî
Li Edenê li Kosreliya beldeya navçeya Ceyhanê, ji ber nelihevkirina li ser araziyê, du malbat bi hev ketin.
Li Edenê li Kosreliya beldeya navçeya Ceyhanê, ji ber nelihevkirina li ser araziyê, du malbat bi hev ketin. Di pevçûnê de sîleh hatin bikaranîn. Her dû malbatên ku, berî niha ji ber araziyê di navbera wan de dijminantî hebû, bi sîlehan li hev xistin. Di hadîseyê de 5 kes hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku, mensûbê meclîsa giştî ya bajêr ya partiya AKPê Mahmût Mazi û kurê wî jî, di nav kesên kuştî de ne. Ambulansan kesên birîndar rakirin nexweşxana Ceyhanê. Cenderme ji bo ku tu hadîseyê din neqewimin, li herêmê tedbîrê berfireh girtin. Li ser hadîseyê lêpirsîn dest pê kir û 3 kes hatin desteserkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.