LI EFĞAN Û ÇEÇENYA ÊRÎŞ
Li Çeçenyaya di bin îşğala Rûs de, li paytext Grozniyê, li hember eskerên Rûsê dagirker, dû êrîşên şehadetê hatin kirin
Li Çeçenyaya di bin îşğala Rûs de, li paytext Grozniyê, li hember eskerên Rûsê dagirker, dû êrîşên şehadetê hatin kirin. Êrîş ji teref mucahidên xelkê hat kirin. Êrîşa ewil nava rojê li cadeya Benoyê pêk hat. Li gor şahidên hadiseyê, gava ku eskerên Rûs li qamyonekê li mayinê digerin, êrîş li wan tê kirin. Bi teqînê 12 kes tên kuştin. Êrîşa din jî, gava ku yekîneyên eskeriyê yên din tên devera hadîseyê diqewime. Zêdetirî deh kesan birîndar dibin. Nasnameya kesên êrîşa şehadetê kirine, nehat gotin.
Her wiha li Efğanê jî li navçeya Pagmana Kabîlê, bombekê ku di ber rê de bicîhkirî teqiya. Bi teqînê 7 kes hatin kuştin. Hinek jî birîndar bûn. Komîserê polîsa Kabîlê General Eyyub Salangî wiha diyar kir “Li navçeya Pagmanê li herêma Dereyê Peşşeyê, bomba ku di ber rê de bicîhkirî, ji dûranî ve hat teqandin. 7 kes can dan 2 kes jî birîndar bûn. Êrîşker hatiye girtin.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.