Li Efğan û Dağistanê Şer
Di Pevçûnan De 23 Mucahid Şehîd Ketin
Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Efğanîstanê, di operasyonên NATOyê de, 11 mucahidên Talîbanê hatine şehîd kirin. Hêzên Natoyê, li bajarê Gazneyê li navçeya Qarabağê di operasyoneke muşterek de, 11 mensûbên Talîbanê qetil kirin. Hat îfade kirin ku Nato ji ber êrîşên dawî yên Talîbanê, dîsa dest bi qetlîaman kiriye. Di operasyonan de milletê sivîl jî gelek zirar û eziyet dîtine.
Her wiha li Dağistanê jî polîsan li herêma Hesenyûrtê, li ber mucahîdan operasyon rast kir. Mucahîdan li ser operasyonê bi polîsan re şer kir. Di pevçûnan de 4 mucahîd hatin şehîd kirin. Der heqê rewşa kuştî û birîndarên polîsan de tu agahî nehat dayîn. Wekî tê zanîn hêzên ewlehiyê li hêla Dağistanê li ser millet û dilxwazên mucahîdan zordestiyê dikin, li gor emr û menfîeta Rûsyayê operasyona li dar dixin.
Li Nalçikê jî li gor beyana wezareta karên hundir, hêzen ewlehiyê 6 musluman û 2 jinên musluman qetilkirine. Hat gotin ku di operasyonê de emîr Şamîl Ûlbaşev û emîr Rûslan Batirbekov jî hatine qetil kirin. Her du jinên şehîd bûne jî kufletê wan in. Kesên şehîd bûne tev jî di bin 20 salî re ne. Operasyon bi wehşet hatiye kirin. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.