Li Efğan û Iraqê Teqîn
Xwîna Tê Rijandin Ji Bo Azadî û Demokrasiya Ku Wê Emrîka Bianiya Ye
Emrîka êrîşa 11ê Îlonê kir hincet, Efğanîstan û İraq îşğal kir. Hê ji wê rojê ye, milletê Efğan û İraqê, li benda azadî û demokrasî û aşîtiya Emrîka ne. Ji ber vê yekê jî, xwîna bê rijandin însanê bên kuştin, talanê bên kirin, qetlîamên bên rast kirin, tev ji bo hurriyet û demokrasiya Emrîka ne. Kuştin ne ğema Emrîka ye. Lewra ji wan re azadî û aşîtî û demokrasî, kuştin û pevçûna muslumana ye.
Xeberan dîsa teqîn û kuştinên li Efğan û İraqê diyar kirin. Li Efğanê li bajarê Farahê, bomba ku di ber rê de bicîhkirî teqiya. Di heyama teqînê de, otobosek rêwiya derbas dibû. Ji rêwiyan 5 heb hatin kuştin, 6 heb jî birîndar bûn.
Li İraqê jî li başûrê paytext Beğdayê, bi wesaîteke bombekirî êrîş hat kirin. Di êrîş û teqînê de 11 kes hatin kuştin, zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn. Rojek berê jî, li Beğdayê êrîş li mala ebûqatekî hatibû kirin. Ji malbatekê 8 kes hatibûn kuştin.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.