Lı Efğanîstanê Êrîş
Li ber fîlma heqaretwarî tepkî zêde dibin
Lı Efğanîstanê Êrîş
Jıneke Musluman Jı Bo Protesoya Fîlmê Êrîşa Şehadetê Rast Kır
Li ber fîlma heqaretwarî tepkî zêde dibin. Li Efğanîstanê li paytext Kabîlê, jineke musluman, êrîşa şehadetê li dar xist. Êrîş li mînîboseke hat kirin. Kesên ecnebî di wesaîtê de hebûn û diçûn firogehê. Hat îfade kirin ku di êrîşê de bikêmanî 12 kes hatin kuştin. Hadîse di riya otobana ku diçû firogehê de qewimî. Şahidên hadîseyê îfade kirin ku jina musluman, bi wesaîteke din nêzî wan dibe û teqînê pêk tîne.
Xeberan diyar kir ku vê êrîşa şehadetê, hereketa Hîzba Îslamî girtiye ser xwe. Hîzba Îslamî da zanîn ku ku ji bo fîlma xebîs û heqaretwarî protesto bikin, vê êrîşa şehadetê li dar xistine.
Wekî tê zanîn berî niha Talîban jî ji bo heyfa heqareta ku li pêxemberê me hatiye kirin hilîne, êrîşa merkeza Natoyê kiribûn. 12 kes kuştibûn, 6 teyare şewitandibûn û agir bera depoyên erzaxê dabûn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.