Li Efğanîstanê Şer
Hêzên Emniyetê Operasyon Rast Kir: 8 Kuştî
Li gor xeberan hat gotin ku hêzên emniyeta Efğanîstanê, vê sibehê li rojhilata Kabîlê, li ser çend malan operasyon hatiye rast kirin. Di şer de 8 kes hatin kuştin.
Li gor xeberan hat îddîa kirin ku operasyon li malên Talîban hatine kirin. Li ser agahiyên îstîxbaratê, operasyon hatiye rast kirin. Di heyama operasyonê de, gelek mal hatine tehliye kirin. Şer bi saetan dewam kiriye.
Midûrê emniyeta Kabîlê Eyûb Salangî ji BCC re diyar kir ku di şer de 8 kes hatine kuştin. Sîlehên wanî giran û 3 kesên ku dezgehên ji dûranî ve teqandinê bi wan re jî hatine girtin.
Hat îddîa kirin ku li herêma operasyonê, 3 wesaîtên bombekirî jî hatine girtin. Hereketa Talîban diyar kir ku neketine vê şerê. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.