Li Efğanîstanê Şer
Gelek Mîlîs û Eskerên Dewletê Hatin Kuştin
Piştî êrîşên li baregehên NATOyê, operasyonên eskerên ecnebî û hikûmetê jî zêdebûn. Te’de û eziyetê wan li millet pir bûn. Di operasyonan de gelek kes hatin kuştin yan jî birîndar bûn.
Ji alîyê hikûmetê ve hat îddîa kirin ku di operasyonên eskerên ecnebî de nêzî 39 mensûbên Talîbanê hatine şehîd kirin. Çend heb kesên birîndar û hêsîr jî hene. Operasyon li eyaletên Qandehar, Helmand, Zabûl, Wardak, Ğaznî, Ğor, Nîmrûz, Nangarhar û Baglanê hatine rast kirin.
Di operasyonan de ji hikûmet û Natoyê, hinek esker jî hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne. Der heqê hejmara wan de agahî nehat dayîn.
Ev serê çend sal e digel hebûna hêzên Emrîka jî li seranserê welat, alozî û bêîstîkrarî dewam dike. Îsal zêdetirî 340 eskerên ecnebî hatine kuştin. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.