Li Efğanîstanê Şer
Di Êrîşa Bombeyî De 8 Esker û Polîs Hatin Kuştin
Li Efğanîstanê, li herêma Hewseta rojhilata welêt, wexta nîvro li eskerên NATOyê êrîşek bi bombe hat rast kirin. Di êrîşê de çar eskerên Natoyê û çar polîsên Efğanî hatin kuştin.
Li gor xeberan hat îddîa kirin ku Talîban êrîşî girtiye ser xwe. Bi êrîşa dawî hejmara kuştiyên eskerê Natoyê yên li Efğanîstanê giha 347an.
Li aliyê din hat gotin ku helîkoptereke Emrîka li bakura eyaleta Zabûlê, daketina acîlê pêk aniye. ÎSAFê îddîa kir ku helîkopter ji ber ariza teknîkî daketiye. Lê Talîban îddîa kir ku helîkopter ji teref mîlîtanên wê hatiye xistin û çend eskerên tê de hatine kuştin. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.