Li Efğanîstanê Teqîn

Li Efğanîstanê Teqîn

Li Bajarê Gûrê, Bi Sebeb Teqînê 7 Zarok Hatin Kuştin

Li gor xeberan, li Efğanîstanê şer û kuştin berdewam e. Li bajarê Gûrê, bombeke ku li ber rê bicîhkirî teqiya. Waliyê bajarê Gûr, îfade kir ku di teqînê de, 7 kesên hatine kuştin tev zarok in.

Li aliyê din hat îddîa kirin ku li bakura Efğanîstanê li bajarê Ferahê, qomîserekî polîs û 13 polîsên din, bi hev re, digel sîlehên xwe, tevlî hereketa Talîban bûne. Li gor xebera muxabîrê BBC, li herêma Bala Bûlakê, qomîserek û 13 polîs, digel sîleh û têlsiz û wesaîta xwe ya polîstiyê, tevlî Talîban bûne. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.