Li Efrîqaya Başur qemyon û serwîs li hev qelibîn: 21 mirî

Li başura Efrîqaya Başur serwîseke xwendekaran û qemyonek li hev qelibîn, di encama qezayê de herî kêm 21 kes mirin.

Qeza, li ser rêya ku nêzê bajara Pongolaya wîlayeta KwaZulu-Natalê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, şofêrê qemyonê dema ku dixwest erebeyeke dinê derbas bike hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û li serwîsa ku li alîyê dinê yê rê de dihat qelibî.

Di encama qezayê de 21 kes mirin, hat ragihandin ku di nav kesên ku mirine de 19 zarokên ku ‘emrên wan di navbera 5 û 12 salî de ne hebûn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.