Li Efxanistanê bagera berfêde 12 zarok canê xwe ji dest dan

Li Efxanistanê bagera berfêde 12 zarok canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin li parêzgeha Kunara Efxanistanê ji ber bagera berfê 12 zarok canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku ji Bahtara ajansa fermî ya xeberan a Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê hatine wergirtin li navçeya Sukkîya girêdayê parêzgeha Kunarê berf barîya û digel berfê bager rabû. Di encama berf û bagerê de 12 zarok canê xwe ji dest dan û bi dehan heywan jî telef bûn.

Tê diyarkirin li wargeha ku bilindahîya wê 4 hezar metro ye ji doh heta niha metro û nîv berf barîyaye.(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.