Li Efxanistanê êrîş li konvoya NATOyê hat kirin: 8 mirî 25 birîndar

Li Efxanistanê êrîş li konvoya NATOyê hat kirin: 8 mirî 25 birîndar

Li Kabîla paytexta Efxanistanê êrîşa bombeyî li qamyona NATOyê hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Kabîla paytexta Efxanistanê li nêzî Balyozxaneya Amerîkayê êrîş li qamyona NATOyê hat kirin. Li gor agahiyên ewil di êrîşê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 kesan jî birîndar bûn.

Li derdora herema  ku êrîş lê hat kirin gelek wesayît, mal û dikan zirar dîtin. Hêj nayê zanîn ew qamyona ku êrîş lê hatiye kirin a kîjan welatî ye.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.