Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 24 mirî 42 birîndar

Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 24 mirî 42 birîndar

Li Kabîla paytexta Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 24 kes jiyana xwe ji dest da û 42 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Kabîla paytexta Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 24 kes jiyana xwe ji dest da û 42 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li herema Pilî Sohtaya Kabîlê di derdora seat 07.00ên şeveqê de bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin. Di encama êrîşê de 24 kes jiyana xwe ji dest da û 42 kes jî birîndar bûn. Hat hînbûn di nav kesên ku birîndar bûne de parêzvanên Arîkarê Serokê Lijneya Îcrayê ym Efxanistanê jî hene.

Di êrîşê de gelek mal, kergeh û wesayît zirar dîtin.(ÎLKHA)














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.