Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 80 mirî

Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 80 mirî

Li Kabîla paytexta Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa ku hat kirin de80 kes mirin û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bi wesayîta bombebarkirî êrîş li herema ku lê balyozxane û serokatiya dewletê hebû hat kirin. Wesayîta bombebarkirî li ber devê deriyê balyozxaneya Almanyayê hat înfîlakkirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 80 kes mirin û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.

Hat ragihandin êrîş  bi qamyonê hatiye kirin û ji ber êrîşê balyozxaneya Almanyayê hilweşiyaye.

Tê diyarkirin îxtîmal e ku hejmera kesên kuştî  zêde bibin.(ÎLKHA)




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.