Li Efxenistanê bi hezaran misilman şewitandina Qur'anê şermezar kirin

Li Efxenistanê bi hezaran misilman şewitandina Qur'anê şermezar kirin

Li hemberî êrîşa hovane ya li Swêdê ku Mislimanên hemû dinyayê rakir pîya, bertekek jî ji xelqê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê ve hat nîşanda.

Bi hezaran Misilmanên ku li wîlayeta Xust a Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê li hev civiyan, li Stockholma paytexta Swêdê ji bo şermezarkirina êrîşa hovane û heqaretê ya li ser kitêba pîroz a misilmanan Qur'anê meşiyan.

Dema ku bi hezaran welatiyên Efxenî yên Misilman li meydana parêzgehê kom bûn, êrîşa bi navê sîyasetmedar Rasmus Paludan a li dijî Qur'anê hat şermezarkirin, hikûmeta Swêdê ya ku destûr dabû jî hat protestokirin.

Di çalakiya protestoyî de ku silogan hatin avêtin de, hat xwestin ku dawî li hovîtiya provokatîf a li hemberî Qur'anê bê anîn.

Di çalakiya ku bang li hikumeta Swêdê hate kirin de, hate xwestin ku bila êrîşên bi vî rengî yên bêexlaqî û provokatîf neyê kirin û ji bo kiryarê bûyerê bê cezakirin.

Xelqê Efxenistanê ku bertekên tund nîşanî êrîşa hovane ya li ser Qur'anê dan, bang li civaka navneteweyî kirin ku pêşî li kiryarên ku dibin sedema rageşiyê bigirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.