Li Efxenistanê di medreseyê de teqîn: 35 mirî 23 birîndar

Li Efxenistanê di medreseyê de teqîn: 35 mirî 23 birîndar

Di medreseyeke li wîlayeta Samangana Efxenistanê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 35 xwendekar canê xwe ji dest dan, 23 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, di medreseyeke ku li navçeya Aybaka girêdayê Samanganê ye de qewimî.

Li gorî medyayên welêt sedema teqînê nayê zanîn.

Ajansa xeber a fermî BAXTAR, destnîşan kir ku li gorî kesên ku bûyerê dîtine teqîn ji ber xwekujek pêk hatîye.

Heta ti kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.