Li El-Babê pevçûn: 5 esker jiyana xwe ji dest dan û 6 esker jî birîndar bûn

Li El-Babê pevçûn: 5 esker jiyana xwe ji dest dan û 6 esker jî birîndar bûn

Di operasyonên ku li El-Babê di bergeha Harekata Mertala Fêratê tên birêvebirin de 5 esker jiyana xwe ji dest dan û 6 esker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin di operasyonên ku li El-Babê di bergeha Harekata Mertala Fêratê tên birêvebirin de bi DEAŞê re pevçûn derket, di encama pevçûnê de 5 esker jiyana xwe ji dest dan û 6 esker jî birîndar bûn

Her weke ku tê zanîn di pevçûna ku îro di navbera esker û  DEAŞê derket de eskerek jiyana xwe ji dest dabû û 10 esker jî birîndar bûbûn, ji van 10 eskerên ku birîndar bûbûn 4 esker li nexweşxaneya ku lê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Doh jî di pevçûna ku derketibû de 5 esker jiyana xwe ji dest dabûn û 13 esker jî birîndar bûbûn.

Hat ragihandin heta îro di operasyonên ku di bergeha Harekata Mertala Fêratê de li Sûriyê tên kirin de 66 esker jiyana xwe ji dest dan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.