Li El-Babê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
Di pevçûna ku li El-Baba Sûriyê di navbera esker û DEAŞê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da û 3 esker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin di çarçoveya Harekata Mertala Fêratê de di operasyonên ku li El-Baba Sûriyê tên birêvebirin de di navbera esker û DEAŞê de pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de eskerek jiyana xwe ji dest da û 3 esker jî birîndar bûn. Eskerên birîndar bi helîkopteran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.