Li Elezîzê rêya 61 gundan hat girtin
Ji ber berfa ku doh êvarî ve bênavber dibare li Elezîzê rêya 61 gundan hat girtin.
Di daxuyaniya ku ji teref Îdareya Taybet a Bajêra Elezîzê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ji ber berfa ku bênavber dibare li navendê rêya 13, li Depê 13, li Kovanciyan 24, li Sîvrîceyê 4, li Palo 4, li Kebanê 8, li Madenê 3, li Aginê yek û li Alacakayayê jî rêya 2 gundan hat girtin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji bo rêyên gundan bên vekirin xebat bênavber berdewam dikin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.