Li Êlihê bi hezaran zarok ji bo zarokên ku li Xezzeyê hatine qetilkirin meşîyan

Li Êlihê bi hezaran zarok ji bo zarokên ku li Xezzeyê hatine qetilkirin meşîyan

Li Êlihê, bi hezaran zarok ji bona ku ji qetlîmên li Xezzeyê li dijî zarokan tênê kirin protesto bikin meşek li dar xistin.

Bi hezaran zarokên ku bi pêşevanîya Sazîya Civaka Sîvîl a Îslamî yê Êlihê hatin cem hev, qetlîmên sîyonîstên terorîs a ku li ser zarokan bikar tîne protesto bikin tev bi hev re meşîyan.

Meşa ku bi şîara “Zarokên Êlihê Ji Bo Xezzeyê Dimeşin” hat lidarxistin li Dortyola Êlihê dest pê kir.

Zarokên ku alên Fîlîstînê di destê xwe de gerandin tim û tim tekbîran û siloganên “Qehr be îsraîl, qehr be Emrîqa”, “îsraîlê qatil ji Fîlîstînê derkeve”, “Ji Hemasê re Silav Ji Berxwedanê Re Dewam”, “Ji Bo Zaliman Bijî Cehennem” hatin gotin.

Meşa ku hat lidarxistin heta Ceddeya Gulîstanê berdewam kir.

Di dawîya meşê de daxuyanîyekî çapemenîyê hat xwandin û Qurana Pîroz hat gohdarkirin.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Omer Asaf Sutçu ve hat xwendin, Sutçu diyar kir ku ew ê ji zilma ku li Xezzeyê li dijî zarokan tê lidarxistin re bêdeng nemînin, ew ê wek nevîyên Selahaddînê Eyyûbî zarokên Xezzeyê azad bikin.

“Heta çend zarok wê bimrin ku hûnê dest bi hereketê bikin”

Sutçu di daxuyanîyê de weha got, “Ez wek zarokekî xwe dikim cîhê zarokên Fîlîstînê û diaxivim: Ez zarokê Fîlîstînî me. Li Fîlîstînê hatim dinyayê û li Fîlîstînê mezin bûm. Dema ku ez hatim dinyayê min xwe bi herbê re naskir. Roja ku ez hatim dinyayê bi dengên bombeyê re hatim dinyayê û roja ku ez hatim dinyayê min dîya xwe nasnekir. Roja ku ez hatim dinyayê nexweşxane hatibû bombekirin, di wê bombekirinê de ez xelas bûbûm lê dîya min şehîd bûye.

Ez zarokê Fîlîstînî me. Ez nizanim ku leyîstok çîye. Ez û hevalên xwe leyîstoka şehîdîyê dileyîstin. Her roj yek ji me şehîd dibû; hem di leyîstikê de hem jî di jîyana rastî de. Dibistana min heye an jî tineye ez nizanim. Çîmkî bombe li ser serê dibistanan jî dibare û em bê dibistan dimînin. Ez zarokê Fîlîstînî me. Zarokê ku ji roja hatîye dinyayê nehatîye bêdayîk maye me. Zarokê ku ji roja hatîye dinyayê nehatîye mirovên biyanî çavên xwe kirine nav axên wî me. Çi sûcê min hebû? Gelo çi sûcê dîyamin hebû? Çi sûcê me hebû ku êrîşî me dikin? û hûn ey Misilmano! Hûn çima ji me re bêdeng man? Ma gelo haya we ji rewşa me tuneye? Ma qey we jî êsîr girtine, ma gelo qey bajarên we jî bombe dikin? ê temam ey xwedîyê hêz û qewetan! Heta çend zarok wê bimrin ku hûnê dest bi hereketê bikin?”

“Em ê daîma li cem we û li alîyê we bin”

Sutçu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku dinya ji zilma ku li Xezzeyê tê kirin re bêdeng dimîne, “Ez zarokê Fîlsîtînî me. Em hêvîya Xezze, hêvîya Mescîdî Eqsayê ne. Niha jî ez bi navê xwe diaxivim: Ez zarokê Tirkîyeyî me. Ji van axan ji Xezzeyê re silav û rêz be. Ji li vê derê ji Mescîdî Eqsayê re silav be. Dinya, ji zilma ku ji we re tê kirin re bêdeng dimîne. Ev bêdengî xeraban wêrektir dike. Lê em li Êlihê hatine cem hev û vê tiştê dibêjin: Em ê daîma li cem we bin. Em ê ji vê zilma ku ji we re tê kirin re bêdeng nemînin. Em wek nevîyên Selahaddînî Eyyûbî wê ji bo azadîya we bixebitin.”

Daxuyanîya çapemenîyê bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.