Li Êlihê dest bi berhvekirina simaqê hat kirin

Li Êlihê dest bi berhvekirina simaqê hat kirin

Berhevkirina simaqa ku gelek feydeyên wê heye li Êlihê dest pê kir.

Li gundên derdora Gercewsa Êlihê şînketiya ku wek simaqê tê binavkirin û gelek feydeyên wê mîna îştehvekirin û serifandinê hene gelek zêde hene û ji ber xwe ve di nav erdên di rastê û di quntarên çiyayên de dijîn. Van pêlan gundiyan dest bi berhevkirin simaqa ku jê re eleqeyeke taybet ne hewceye kirin.

Şêniyên gundên bi navê Zêliyê, Şifêrê û Xerabêbena yên ku girêdayê Gercewsa Êlihê ne di vê meha tebaxê de dest bi berhevkirina simaqên xwe kirin.

Ji şêniyên gundê Zêliyê kesê bi navê Huseyîn Kaya derbarê mijarê de diyar kir li gundê wan hilberîna simaqê zêde tê kirin  û ev yek jî ji bo gundê wan wek çavkaniya debarê ye.

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir li ba wan du cûr simaq hene ku ew jî wek simaqa sor û ya gewr tên binavkirin. Kaya dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li van deran herî zêde simaq çêdibin. Niha jî wextê wê ye û me dest bi berhevkirina simaqê kir û hema hema ber xelasbûnê ye. Ji derên mîna Midyadê kesên tacir tên vê derê û em jî difiroşin wan. Em teqrîban bi 9-13 lîreyan difiroşin. Bes tenê di dema berhevkirina wê de hinek zehmetî heye. Simaq ji ber ku ji ber xwe ve mezin dibe tu eleqeyeke taybet hewce nake. Piştî ku hat berhevkirin re hinek kes piştî ku simaqê paqij dikin re difiroşin û hin jî berî paqijkirinê û hinek jî ziwa dikin û dû re difiroşin.”

H. Ehmed Çelîkê ku şêniyê gundê Şifêrê ye jî diyar kir simaq ji ber xwe ve digihije û tu derman lê nayê kirin. Çelîk dû re weha got: “ Simaqa me derman e. Tu derman lê nehatiye kirin û xwezayî ye. Simaqa me ew qas baş e ku kesê ku carekê bistîne sala were jî distîne. Ne weke tiştên mîna lêmonê ye, xwarina wê xweş e û bi tehm e. Sala boîrî bi 8-9 lîreyan û îsal jî bi 9-13 lîreyan tê firotin.”

ÎLKHA

 






















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.