Li Êlihê din înşeatê de hilweşîn: 2 karker hatin xelaskirin

Li Êlihê din înşeatê de hilweşîn: 2 karker hatin xelaskirin

Li Êlihê di encama hilweşîna ku di înşeatekê de pêk hat de 2 karkerên ku di bin enqazê de mabûn hatin xelaskirin.

Bûyer, danê sibehê li Taxa Cudîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di encama hilweşîna dîwara înşeatê de hezaz pêk hat. Di wê demê de 2 karkerên ku nasnameyên wan nehat hînbûn û dixebitîyan di bin axê de man.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê dest bi xebatê kirin û herdu karkeran jî di bin axê de derxistin, karkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê.

Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.