Li Êlihê EYP avêtin dibistaneke

Li Êlihê EYP avêtin dibistaneke

Li Êlihê ji teref kesên nediyar ve bi EYPyê êrîş li dibistaneke hat kirin.

Li Êlihê di Taxa Cumhuriyetê de bi madeyên teqemeniyê (EYP) êrîş li dibistaneke hat kirin. Di encama êrîşê de camên dibistanê şikestin.

Bûyer doh li Êlihê di Taxa Cumhuriyetê de êvarê pêk hat. Di encama êrîşa ku li Dibistana Cumhuriyetê ya ku di Taxa Cumhuriyeta li ser Cadeya Aydinlarê ye hat kirin de camên dibistanê şikestin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin êrîş ji teref kesên nediyar ve bi EYPyê hatiye bidestxistin. Di encama êrîşa ku bi EYPê hat lidarxistin de camên dibistanê şikestin. Ji ber ku tarî bû êrîşker şûna xwe dan windakirin.

Hat ragihandin ku piştî êrîşê gelek  tîmên girêdayê Şaxa Tekoşîna bi Terorê re sewqê ciyê bûyerê hatine kirin.

ÎLKHA





HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.