Li Êlihê ji 2 hezarî zêdetir zarok bi cemaetî nimêj kirin

Bi Koordînatortîya Platforma Nesla Quranê ya Êlihê ve dawîya bernameya "Jiyan Bi Nimêjê Xweş e" yê ku ji bona zarokan hat tertîpkirin li Êlihê di nav parqek de hat lidarxistin. Ji bernameyê re ji 2 hezarî zêdetir zarok beşdarî bûn.

Zarokên qîz û lawîn ên ku di 'emrên xwe de cara yekem nimêjê dikirin û bernameyên xwe yên hînkirina nimêjê dawî kirin bi tevî malbatên xwe û mamosteyên xwe beşdarî bernameyê bûn. Heta ji cihê ku bername tê tertîpkirin re jî meşîyan.

Zarokên ku bi tevî pankartên, "Nimêj Mîhraca Mu'minê ye" , "Nimêj Mifta Cennetê ye" , "Nimêj Mirovan ji Xirabîyê Dûr Dixe" heta cihê bernameyên meşîyan û dem bi dem siloganê "Nimêj Stûna Dîn e" gotin.

Bername li Parqa Şerzan Kurtê hat tertîpkirin.


Bername bi xwendina Quranê destpê kir û bi axavtina silavdayîna Ridvan Uzumcuyê Koordînatorê Êlihê yê Platforma Nesla Quranê berdewam kir, Uzumcu di axavtina xwe de qala muhîmtîya nimêjê kir.

Uzumcu, di axavtina xwe de got xelasîya civaka ku Xwedê Teala bîrva kirîye, mizgeft û cemaatê nizane û ji rêya Quranê dûr ketîye û ji ber vê yekê ev civak dûçarê bela û mûsîbetan bûye dîsa ew ê bi nimêjê bibe.

Uzumcu, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku biratî, hizûr û aşti di mizgeftan de bi destpêkirina di navbera zarokan de ew ê çêbibe û pêşve here û ev tişt jî encax anîtana cem hev zarokan ya li mizgeftan û bi nimêjê ye, Uzumcu diyar kir ku ew bi vê bernameyê bawer dikin ku ev tiştê serfiraz kirine.


RIDVAN UZUMCU

Piştî axavtina Uzumcu zarokan îlahî û şiîran bideng kirin.

"Nimêj, mirovan ji xirabîyê dûr dixe"

Mele Mehmet Alî Altunê endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê jî di bernameyê de derheqê muhîmtîya bernameyê de axivî û di axavtina xwe de îfade kir ku nimêj stûna dînê ye.


MEHMET ALÎ ALTUN

Altun, di axavtina xwe de destnîşan kir ku nimêj ji şîarên Îslamê ye û axavtina xwe weha domand, "Nimêj nîşana Îmanê ye. Ger ku dîn hebe gerek nimêj jî hebe. Nexwe ku nimêj hebe tê fêhmkirin ku dîn jî heye. Xwedê Teala nimêjê ji me re ferz kirîye. Ji bona ku em dînên xwe biparêzin gerek em xwedî li nimêja xwe derkevin. Çîmkî dîn xelasîya ji agira cehennemê ye. Dîn, hizûrîya him dinya û him jî axiretê ye. Nimêj, mirovan ji xirabî û pîsîtîyan dûr dixe. Nimêj, ji ginehan re dibe wek mertalek. Îro em li kolanên xwe dinherin mixabin em dibînin ku kolanên me bi ginehan tijî bûye. Ev ginehan encax bi destmêjeke paqij û bi kirina nimêjê mimkin e ku bê paqijkirin, ger ku em hizûrîya dinya û axireti dixwazin, lazim e ku em nimêja xwe biparêzin. Ji bona nimêje gerek em hessas bibin."


Piştî axavtina Altun, ji zarokên qîzîn û lawîn re belgeyên serkevtinê hat teqdîmkirin. Dû re zarokên ku bernameyên xwe yên hînkirina nimêjê dawîkirin 2 rekaet nimêja şikrê bi cemaetî kirin.

Bername, bi kirina diayê dawî bû. (ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.