Li Êlihê ji ber mijê qeza pêk hat: 5 birîndar

Li Êlihê Wesayita ku ajokarê wê ji ber mijê kontrola dîreksiyonê winda kir wergeriya. Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn û hatin rakirin nexweşxaneyê.

Qeza, li Çayê Qîre ya li ser rêya Êlih-Qubînê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 21 KE 198 ji kontrolê derket û di encama mijê de ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir.

Di qezaya ku pêk hat de zarok jî di nav de 5 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.