Li Êlîhê li ber dadgehê bi kêran şer hat kirin: 6 birîndar

Li Êlîhê li ber dadgehê bi kêran şer hat kirin: 6 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Êlîhê di navbera du malbatan de ji ber ‘erdan şer derket û bi kêran li hev xistin, di encama li hev xistinê de 6 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, du malbatên ku di navbera wan de ji ber ‘erdan neyartî hebû li ber Dadgeha Êlîhê piştî dozê bi kêran li hev xistin.

Di encam li hev xistinê de li gorî dîyarîyên ‘ewil herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji dadgehê re gelek ekîbên polês û tenduristî hatin sewqkirin. Li hev xistin jî bi midexeleya polêsan dawî bû.

Hat destnîşankirin ku di li hev xistinê de F.T (60), S.T (44), M.T. (56), N.T. (47) û du kesên ku hê navên wan nehatine bidestxistin birîndar bûn û bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan. Hat destnîşankirin ku rewşa F.T. giran e.

Tehqîqata ku derheqê meseleye de hat destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.