Li Êlihê mîdîbus ket robarê: 13 birîndar
Li Êlihê mîdîbusek gindirî robarê, di encama qezaya ku pêk hat de13 kes birîndar bûn.
Qeza di derdora seat 13.00an de li Taxa Petrolkentê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin mîdîbusa ku di halê seyrê de bû ji ber ku ajokar hakimiyeta dîreksiyonê winda kir gindirî robarê.
Di qezaya ku pêk hat de 13 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.