Li Êlihê mînîbus wergeriya: 2 jê giran 11 birîndar
Li ser rêya Êlih-Kercewsê, nêzîkî Tunela Hesenkêfê, qezayek trafîkê pêk hat û di encamê de 11 kes birîndar bûn, rewşa 2 birîndaran jî giran in.
Li gorî agahiyan, mînîbusek ku plaqeya wê hêj nayê zanîn, dema ku di Tunela Hesenkêfê de derbas dibû, ji ber teqîna lastîka wê kontrola xwe winda kir û wergeriya.
Piştî qezayê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Piştî tedawîya ewil a li cîhê bûyerê mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin û hat hînbûn ku ji biîrndaran rewşa 2 heban giran in.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.