Li Elmanya Sunnet Serbest Bû

Li Elmanya Sunnet Serbest Bû

Bi Hinek Şertan Wê Zarok Karibin Bên Sunnet Kirin

 Li Elmanyayê, teklîf û pêşnûmaya ku der barê sunnetkirina zarokan de hatibû amade kirin, di meclîsa federal de hat qebûl kirin.

Di meclîsê de 434 parlementeran gotin erê, 100 heban gotin na, 46 heb jî bêdeng man. Bi vî awayî li gor hinek şert û mercan, destûr û îzna dê û bavan hat dayîn ku zarokên xwe sunnet bikin. Temsîlkarên cemaetên Musluman û Yahûdiyan jî, hevdîtin û muzakereyên meclîsê temaşe kirin.

Şertên hatine pêş kirin jî ev in:Wê di sunnetkirinê de ûsûl û qaydên tibbî bên tetbîq kirin. Wê zarok zêde neyên êşandin. Eger gûmana êşê hebe, wê tevizandin û dana narqozê bên bikaranîn. Divê sunnetbûn jî, ji sihheta zarokan re nebe talûke û xeter.

Berî niha mehkema eyaleta Kolnê, qirarek dabû ku sunnetkirina zarokan dikeve çarçova sûcê birîndarkirinê. Li ser vê qirarê, li Elmanyayê niqaş dest pê kiribûn, musluman û yahûdî tepkî nîşan dabûn.

bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.