Li Elmanyayê berfeke gur tesîdar e

Li Elmanyayê berfeke gur tesîdar e

Li bakurê Elmanyayê berfeke gur barîya û jîyanê bi xerabî tesîrdar kir, seferên trên û balafirê betal bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Daîreya Meteorolojîya Elman ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku ew texmîn dikin qalindahîya berfê bighêje 40 santîmî.

Doh bi sedan trên û balafir ji ber rewşa hewayê seferên xwe betal kirin.

Ji ber barîna berfa zêde li Balafirgeha Munîhê 320 sefer hatin betalkirin.

Barîna gur ya berfê seferên trênê jî bi xerabî tesîrdar kir.

Ji ber sedema dar û berfê rêyên trênan hatin girtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.