Li Elmanyayê Sunnetbûn

Li Elmanyayê Sunnetbûn

Li Elmanyayê SunnetbûnMerkel: “Ji Ber Qedexekirina Sunnetê Wê Dinya Bi Me Bikene”

Berî niha li Almanyayê, mehkema Eyaleta Kolnê, bi hinceta birîndarbûnê sunnet yesax kiribû. Li ser vê yesax û qedexekirinê, gelên misliman û cihû, tepkî nîşan dan û gelek fealiyet li darxistin. Medyaya dervê welat jî, piştgiriyê dan dengê wan. Her roj, mijara sunnetê di rojeva Almanyayê de ma. Li ser vê yekê, serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di komcivîna partiya xwe de, bal kişand ser vê mijarê.  

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel derbarê qedexekirina sunnetê de cara ewil axivî. Merkel di peyva xwe de got: “Ger li welatê me qedexekirina sunnetê neyê rakirin, ew ê herkes henekê xwe bi me bike.”

Li ser axaftinê, partiya Merkel dest bi xebatê kir. Ji lew wê bi partiya Yekîtiya Xirîstiyanên Demokrat re, ji bo sunnetê civînek xisûsî pêk bîne.

Piştî vê hevdîtinê, tê hêvî kirin ku yesaxa sunnetê dê were rakirin.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.