Li Endonezyayê di teknê de şewat: 23 mirî
Cakarta - Li Endonezyayê teqneya ku tê de rêwî hebûn agir pê ket. Di encama şewatê de 23 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li Endonezyayê tekneya ku bi 247 kesan têket rê da ku biçe Gira Tîdungê agir pê ket. Hat ragihandin ku di encama şewatê de 23 jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Gor agahiyên hatine bidestxistin li Cakartaya payîtextê Endonezyayê tekneya ku bi 247 kesan têket rê da ku biçe Gira Tîdungê agir pê ket. Hat ragihandin ku di encama şewatê de 23 jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Midûrê Saziya Lêgerîn û Xelaskirinê ya Neteweyî (BASARNAS) Hendra Sudîrman di derbarê mijarê de daxuyanî da. Sudîrman di daxuyaniyê de diyar kir ku 194 rêwî hatine xelaskrin û 23 cesed jî hatine bidestxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.