Li Enqerê 680 Dikan Şewitîn
Li Enqerê li semta Altindağê, bi şev agir bi sûka Yûnûs Emreyê ket. Di demeke kin de agir belav bû. Gelek ekîbên îtfaiye, ambulans û polîs sewkî herêmê bûn.
Li Enqerê li semta Altindağê, bi şev agir bi sûka Yûnûs Emreyê ket. Di demeke kin de agir belav bû. Gelek ekîbên îtfaiye, ambulans û polîs sewkî herêmê bûn. Tîmên îtfaiyê mudaxela şewatê kir lê belê, 680 dikan yekser şewitîn. Encax piştî 3 saetan şewat ket bin kontrolê.
Hinek esnafên ku, ji hadîseyê xeberdar bûn diyar kirin ku, sabotaj hatiye kirin û tepkî nîşan dan. Di hadîseyê de gelek xisara maddî qewimî. Erase û pazara şewitî, li ser 10 hezar metrekareyê, di 1993an de hatibû avakirin, 5 sal şûnde hatibû xerakirin û ji nû ve modernîze bûbû. Tê de 685 dikan hebûn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.