Li Enqerê otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: 3 mirî
Li Golbaşiya Enqerê otobusa rêwiyan li TIRê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Enqere-Qonyayê pêk hat. Otobusa bi plaqeya 73 DZ 935 a ku ajokarê wê hakimiyeta dîreksiyonê winda kir li TIRa bi plaqeya 73 FE 33 a ku barê wê garis bû qelibî. Di encama qezayê de 3 kesên bi navê Ajokar Bîlal Yeşîlmen, Mehmet Şîrîn û Veysel Yeşîlmen jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.