Li Enqerê Sûîqest
Li Enqerê do êvarî li Medet Unluyê balyozê Çeçenîstanê yê Fexrî sûîqest hate rastkirin. Di sûîqestê de Medet Unlu hat qetilkirin.
Li Enqerê do êvarî li Medet Unluyê balyozê Çeçenîstanê yê Fexrî sûîqest hate rastkirin. Di sûîqestê de Medet Unlu hat qetilkirin.
Hat îfadekirin ku Medet Unlu di pey beyanên xwe yên dawî de dihat tehdîtkirin. Her wiha tê texmînkirin ku êrîşa sûîqestî ji teref aligirên Qadîrovê qûqlayê ve hatiye rastkirin.
Hadîsa sûîqestê li semta Balgatê li kargehê pêk hat. Tê gotin ku hinek kesên nenas bi wesayîteke ku hê plaka wê nehatiye tesbîtkirin tên dikevin bînayê. Li derî dixin. Medet Unlu gava derî vedike, kesên çekdar gulan li wî direşînin. Medet li wir can dide. Li ser hadîseyê lêpirsînek berfireh dest pê kir.
Merivên Unlu îfade kirin ku, Medet Unlu pey beyanên xwe yên dawî de hatiye tehdîtkirin û tê texmînkirin ku aligirên Qadîrovê qûqlayê sûîqestê pêk anîne. Medet Unlu meha borî derketibû bernameke televîzyonê û diyar kiribû ku êrîşa li Bostona Emrîkayê, ne ji aliyên kesên Çeçen ve hatiye kirin. Çeçen tenê qurban hatine neqandin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.